KJAR’ê bang li jinan kir: Agirê Newroza Azadiyê pêxin
- 14:01 19 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR, Cejna Newrozê li hemû gelên azadîxwaz bi taybetî jî jinan pîroz kir û got: “Em carek din jinên Îranê vedixwînin ku bi beşdariya xwe ya pêşeng li qadên tekoşînê û pêxistina agirê ‘Newroza Azadiyê’ pêşeroja Îranek azad û demokratîk ava bikin.”
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya Cejna Newrozê peyamek parve kir.
Peyama KJAR’ê wihaye;
“Newroz di destanên mîtolojîk de li gel wateyên cuda, her tim nîşaneya berxwedaniya li beramber zilm û zordariyê ye. Newroz yek ji cejnên herî girîng a gelên Mezopotamya ye ku bi sedê salan veguheriye nirx û çandeke hevbeş. Newroz bi pîvanên civaka demokratîk a îro re lihev tê. Bi rola xwe ya yekbûn, kombûn û banga ji bo berxwedaniyê bi rastî jî cejna vejîna gelane.
KJAR, Newroza 2726 a salnameya Kurdî di serî de bi bîranîna hemû şehîdên azadiyê, li hemû gelên azadîxwaz bi taybet jinan ku ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn dikin, pîroz dike. Di wextekî ku herêma Rojhilata Navîn hêjî di nava agirê şer û pevçûnan de ye, Newroz destpêkeke ji bo avakirina eniyên berxwedaniyê li beramber her cure zilm û desthilatdariyê. Di rastî de Newroz mîtolojiya rabûna bindestan bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar li dijî zilmê û serkeftina li beramber Dehakê xwînxware . Ji ber wê jî Newroz îro jî rabûn û serhildana li dijî dîktatorî û zilmê ye. Her wiha li dijî hewldanên ji bo bê watekirina Newrozê, her tim bûye sembola tekoşînê. Ji aliyê din ve li gor xisleta yekgirtinê ya Newrozê, bestereke ji bo yekîtiya pirrengiyan ji bona avakirina civakek demokratîk li Îranê. Ji ber rêya çareseriya pirsgirêkên civakî di yekîtiya gelan de derbas dibe. Pêwîstiya bi yekîtiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji pêwîstiyên heyatî yên dîrokî ye. niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi avakirina civakek li ser esasê pîvanên demokrasiyê heye.
Newroz di heman demê de ku mizginiya hatina buharê ye, naverok û nasnameyek siyasî jî bi dest xistiye. Newroz di bihêzkirin û parastina hestên civakî de roleke girîng dilîze. Newroz 2726 mizginiya bilindkirina tekoşîna gelan li Îranê bi pêşengiya jinane. Jinan her tim roleke girîng di parastin û veguhestina çanda Newrozê de lîstine. Beşdariya wan a di Newrozê de jî bûye sembola berxwedanî û azadiyê. Peywendiya Newrozê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re li ser esasê azadiya jin û jiyana azade. Dikare bibe besterek ji bo pêşxistina tekoşîna jinên Îranê û yekîtiya xurt ji bona gihiştina bi azadiyê.
KJAR carek din jinên Îranê vedixwîne ku bi beşdariya xwe ya pêşeng li qadên tekoşînê û pêxistina agirê ‘Newroza Azadiyê’ pêşeroja Îranek azad û demokratîk ava bikin.
Newroz Pîroz Be, Jin Jiyan Azadî”








