Li Yenîkapi roja dîrokî: Ji Newrozê dîmen û peyamên hatin dayîn
- 18:42 22 Adar 2026
- Rojane
STENBOL-Yenîkapi ji rojeke dîrokî ya din re şahidî kir. Dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ bê navber hat berzkirin, Çetîn Arkaş û Koma Amed eleqeyek mezin dît.
Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapi bû. Bi sedhezaran kes hatin gel hev û di pîrozbahiyan de kêliyên derketin pêş wiha bûn:
*Ji ber hewaya sar û baranê dihat payîn ku tevlibûn kêm be. Lê ji saetên sibehê de bi sedhezaran kes herikîn qadan.
*Li rawestgehên metroyê bi hezaran şalên bi rengên kesk, sor û zer hatin firotin.
*Ji gel û baweriyên cuda gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.
*Li Qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.
*Bê navber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hat bgerzkirin. Ligel vê ‘jin jiyan azadî’ hat berzkirin.
*Jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan da.
*Peyamên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dirûşme derketin pêş.
*Peyama Abdullah Ocalan û ji sekreterya Îmraliyê axaftina Çetîn Arkaş bi baldarî hat guhdarkirin.
*Demên herî bi coş jî di dema konsera Koma Amed de hat jiyîn.
*Piştî nîvro herikîna gel a qadê berdewam kir.
*Di axaftinan de peyamên derketin pêş azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, têkoşîna hevpar a gelan, yekitiya demokratîk a Kurdan, rêxistibûna jinan bû.
*Seranserê rojê govend hat gerandin.
*Cih bi cih di nokteyên kontrolê yên polîsan de cil û berg yên wek şal û şepik hatin astengkirin.
*Ozgur Çelîk yê CHP’î tevli Newrozê bû.
*Komeke jin ku bi Sebahat Tuncel re bi laçikan kezî hûnandin bûn û derketin ser sahneyê eleqeyek mezin dîtin.







