'Tundiya li ser jinan zêde bûye'
- 09:03 27 Nîsan 2026
- Rojane
WAN - Hevseroka ÎHAMED’ê parêzer Burçu Şeber, da zanîn ku li Tirkiyeyê mirinên bi guman yên jinan gihiştine astek ku alarmê dide û da zanîn ku herî zêde serlêdanên der barê tundiya fîzîkî û dîjîtal de digirin.
Li Tirkiye û Kurdistanê di alî jinên tên qetilkirin û tundiyê dibînin de polîtîkayên bêcezahiştinê her diçin zêdetir tê dîtin. Di demên dawî de mirinên bi guman yên jinan zêde bûne û ji bo parastina jinan tu hewldan tuneye. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar bê ceza tên hiştin û ev jî mafê jiyana jinan tehdîd dike.
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan û Çapemeniyê (ÎHAMED) ya li Wanê parêzer Burçu Şeber der barê mirinên bi guman yên jinan de axivî.
‘Encama fehskirina Peymana Stenbolê giran bû’
Burcu Şeber da zanîn ku mirinên bi guman yên jinan li qadê lêkolîn dikin, jin û zarokên tundiyê dibînin pirsgirêkên cidî yên xwegîhandina edaletê dijîn. Burcu Şeber wiha vegot: “Parêzvanê maf jî di vê pêvajoyê de bi gelek astengiyan re tên rû hev. Peymana Stnebolê di alî mafê jiyana jinan de peymanek krîtîk e. Piştî vekişîna peymana Stenbolê mirinên bi guman yên jinan zêde bûn. Qanûna 6284 ya ji bo parastina jinan hat derxistin jî pêk nayên. Desthilatdarî jin û zarokan naparêze.”
‘Em serlêdanan dişopînin’
Burcu Şeber daxuyakirin ku wek navenda mafê jinan xebatên xwe didomînin û di heman demê de der barê qada fikr û ramanê de jî faliyetan dimeşînin. Burcu Şeber wiha bi lêv kir: “Em piştgiriya hiqûqî didin jin û zarokên tundî dîtine. Em serlêdanan yek bi yek dişopînin. Binpêkirinên mafan yên tên tespîtkirin li pergala arjîva dîjîtal tê bicihkirin. Departmana çapemenî û departmana jinan du qadên ku hev xwedî dikinin. Ji ber vê me komeleya çapemenî û jinê ava kir. Em ragihandina maf a ji rayagiştî re girîng dibînin. Me di vê mijarê de gelek perwerde dan.”
‘Serlêdana ewil li saziyên tenduristiyê tên kirin’
Burcu Şeber daxuyakirin ku jin û zarokên tundiyê dibînin ewil serî li saziyên tenduristiyê didin û girtina qeydan a rast di alî pêvajoya hiqûqî de girîng e û wiha anî ziman: “Dema rast qeyd neyên girtin ev piştgiriya me ya hiqûqî dixitmîne. Ji ber vê em bi doktor û hemşîreyên ocaxên tenduristiyê re hatin gel hev û me pêvajoya hiqûqî û şopandina wê vegot.”
'Herî zêde serlêdanên der barê tundiya fîzîkî û dîjîtal de tên'
Burcu Şeber nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Serlêdanên herî zêde tên kirin di mijara tundiya fîzî û dîjîtal de ye. Cureyên tundiyê her diçin tên dîtin. Di demên dawî de ya dîjîtal zêde bûye. Li Wanê serlêdan derketine ser ji sedî 81’ê. Lê gelek cureyên tundiyê yê nayên dîtin hene. Jinên tundiyê dibînin ji bo wan bi gumanbar re domandina jiyanê tê ferzkirin. Jin ji ber nebûna azadiya aboriyê neçar dimînin bi gumanbar re bijîn. Hewcedariya jinan bi qadên ewle hene. Li ser çapemeniya civakî zimanekî ku hem piştevanî hem jî tundiyê diafirîne heye. Jin ji bo piştgiriya hev torê ava dikin lê di heman demê de zimanekî ku jinan sûcdar dike jî heye. Ev girêdayî zimanê çapemeniyê ye. Ji ber vê jî nûçegîhaniyeke ku li dijî zayenda civakî bi hestiyare şert e. Divê di mijarinên bi guman yên jinan de lêpirsîneke bi bandor bê meşandin.”







