Lêpirsîna Gulîstan Doku: Qeydên Kameraya pirê dibînin hatine jêbirin
- 09:11 11 Gulan 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Di lêpirsîna Gülistan Doku de derket holê ku qeydên kamerayê yên ku Viyadukta Sarısaltuk nîşan didin hatine jêbirin û berî ku rapora "xerabûna kamerayê" were amadekirin, bi şîrketa kamerayê re têkilî hatiye danîn.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê Gulîstan Doku, di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû. Lêgerîna bi rojan encam neda. Lêbelê, şeş sal şûnda, lêpirsîna windabûna Gulistan Doku berfireh bû, 17 kes hatin binçavkirin û 12 kes hatin girtin. Di nav kesên ku hatine girtin de Tuncay Sonel heye, waliyê wê demê ku wekî sûcdarê sereke tê hesibandin. Piraniya kesên ku hatine girtin bi "veşartina delîlan" hatine tawanbarkirin. Her roj delîlên nû yên têkildarî windabûna Gulistan Doku derdikevin holê.
Şîrketa kamerayê rastî veşart
Hatiye eşkerekirin ku qeydên kamerayê yên ku Viyaduka Sarısaltuk (Pira Dînar) û Gülistan Doku li ser pirê nîşan didin, ji hêla polîs Şükru Eroglu ve hatine jêbirin ku parêzvanê Tuncay Sonel bû. Di rapora ku bi dîroka 23'ê Çileya 2020'an hatiye nivîsandin, hatiye gotin ku kamera xirabe bûye û pira negirtiye. Her wiha derket holê ku 10 roj berî raporê, Şukru Eroğlu bi şîrketa kamerayan Arasanlar re têkilî danîye.
Parêzvanên ewlehiyê yên ku rapor îmze kirine hatine berdan
Di rapora ku hatiye gotin ku kamera şikestî ye û pira negirtiye, îmzeyên Süleyman Onal û Savaş Gulturk, parêzvanên ewlehiyê yên zanîngehê yên ku hatine binçavkirin û paşê bi şertê kontrola edlî hatine berdan, jî hene.







