Hozan Mizgîn di 34’emin salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn
- 18:19 11 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hozan Mizgîn bi çalakiyên ku di 34’emîn salvegera şahadeta wê de hatin lidarxistin, hate bîranîn. Di bîranînan de cihê Hozan Mizgîn di têkoşîna jinên Kurd de û mîrateya ku wê li pey xwe hişt hate destnîşankirin.
Hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın), ku di 11’ê Gulana 1992’an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, bi bernameyên ku di 34’emîn salvegera şahadeta wê de hatin lidarxistin, hate bîranîn.
Li Şaxa Çukurova ya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a navçeya Akdeniz a Mersînê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Hozan Mizgîn bernameyek bîranînê hate lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hozan Mizgîn li hola ku bîranîn lê pêk hat hatin daliqandin.
Di bîranînê de, ji bo bîranîna kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, slaytfîlmek ku ji bo bîranîna Hozan Mizgîn hatibû amadekirin hat nîşandan. Di dema nîşandanê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.
Êlih
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê û Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi minasebeta salvegera 34emîn a şehadeta Hozan Mizgîn li dar xistin. Bername li eywana BKMê pêk hat. Di bernameyê de malbata Hozan Mizgîn, rêveber û endamên MEBYA-DERa Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, nûner û rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.
Di bernameyê de pêşî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt. Piştre jî sînevîzyona ku derbarê jiyana Hozan Mizgîn û têkoşîna wê de hatibû amadekirin, hate nîşandan.
Xwişka Hozan Mizgîn, Şukran Akiş ewil axivî û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane bi bîr anî û wiha got: “Ez beriya her tiştî bi xêr hatina hemû mêvanan dikim. Em hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdan û li ber dayik û bavên wan ditewînim.”
‘Em bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin’
Hevseroka MEBYA-DERê ya Êlihê Guneş Çetînkaya jî kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em îro bi boneya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn hatina cem hev. Hozan Mizgîn bi tenê ne hunermend bû, ew dengê hemû jinên Kurd bû. Ji bo wê huner tenê ne stran bû, ji bo wê huner têkoşîn, doz û her tişt bû. Em bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin.”
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Baharê derketin ser dike û stranên Hozan Mizgîn strîn.







