Dayikên Aştiyê ji bo meşê bang kirin

  • 14:01 12 Gulan 2026
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, banga beşdarbûna meşa "Ji bo Aştiyê Gavekê Biavêje" ku dê di 16'ê Gulanê de bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) were lidarxistin kir û got, "Meş ji bo vekirina pêvajoya rawestiyayî û ji bo azadiya Rêberê me girîng e."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li gelek bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Ji bo Aştiyê Gavekê Biavêje" meşên hevdem li dar bixe. Mersîn dê yek ji bajarên ku meş lê were lidarxistin be. Ji bo banga beşdarbûna meşa li bajêr, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê li hola civînê ya xwe ya li navçeya Akdenîzê civîneke çapemeniyê li dar xist.
 
'Rêberê me hîn jî ne azad e'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, Tanzile Baydar li ser navê dayikan axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî salekê ye ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rêve dibe, lê dewletê gavên beramberî vê yekê neavêtiye. Tanzile Baydar got, "Tevî ku tevgera Kurd bi banga Rêberê me çek danîn jî, Rêberê me hîn jî ne azad e. Em dizanin ku bêyî azadiya Rêberê me, ne zarokên me, ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk azad nabin. Ew di Meclîsê de behsa aştiyê dikin, lê di vê qonaxê de, zêdetirî mehekê ye ku bi Rêberê me re hevdîtin nehatiye kirin. Em ji vê yekê bi fikar in."
 
'Aştî yekalî nabe'
 
Tanzile Baydar, bi gotina "Wekî gelê Kurd, em dilsozê Rêberê xwe ne" bang li her kesî kir ku beşdarî meşa ku di 16'ê Gulanê de li bajêr bi dirûşma "Ji bo Aştiyê Gavekê Biavêjin" were lidarxistin, bibin. Tanzile Baydar diyar kir ku armanca sereke ya meşê ew e ku pêvajoya aştiyê ya rawestiyayî dîsa pêş bikeve û got, "Aştî bi awayekî yekalî nayê bidestxistin. Wekî ku tê zanîn, Rêberê me bi salan e banga aştiyê dike, lê dewletê tu gav neavêtiye. Girîng e ku her kes, ji 7 heta 70 salî, beşdarî vê meşê bibe da ku pêvajoya aştiyê ya rawestiyayî ji nû ve were vekirin. Di heman demê de, ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo gelê Tirk jî ye."