Aktîvîsta Kurd Sohêl Metaî li Îranê hat binçavkirin
- 19:07 14 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan ya Cîhanî, çalakvana Kurd Sohêl Metaî ya ji navçeya Dêwane ya Sine binçav kir.
Zext û çewisandinên rejîma Îranê ya li ser jin û ciwanan bê navber dewam dike. Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî çalakvana Kurd Sohêl Metaî agahî da.
Hate ragihandin ku Çalakvana Kurd a Mafê Jinan diparêze ku xelkê navçeya Dêwane ya ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Sohêl Metaî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku tevlî çalakiya Roja Jinan a Cîhanî bûye hatiye binçavkirin.
Hate diyarkirin ku Sohêl Metaî berî niha jî hatiye binçavkirin.







