Ji bo Mîhrîban Şorli şîn hat danîn

  • 13:40 17 Hezîran 2026
  • Rojane
 
STENBOL - Ji bo şervana YPJ’ê Mîhrîcan Şorli ya ku jiyana xwe ji dest dabû, şîn hate danîn.
 
Şervana YPJ’ê Mîhrîcan Şorli (Kînda Brûsk Mûş) di 17’ê Çile de li Dêra Zorê di êrişên HTŞ û çeteyên wê de jiyana we ji dest dabû. Ji bo Kînda Brûsk li Stenbolê şîn hate danîn. Şîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenlerê hate danîn. Malbata Kînda Brûsk, endam û rêveberên DEM Partî, DBP'ê, Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DER’ê û gelek welatî tev li şînê bûn.
 
Li cihê bîranînê wêneyên Kînda Brûsk Mûş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birayê Kînda Brûsk, Mehmet Şorli (Brûsk Serhed Mûş) ku di 27’ê Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû, hatin vekirin û find hatin pêxistin.
 
Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
 
Paşê qala têkoşîna cangoriyên têkoşîna azadiyê hate kirin û hate diyarkirin ku ew ê têkoşîn û xeyalê Kînda û hemû cangoriyan bigihînin serkeftinê.
 
Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna şervanan dike hate nîşandan. Serdana gel a ji bo şînê didome.