Li Amedê mirina bi guman a zarokekî
- 15:29 25 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Li Bismilê zarokekî 9 salî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.
Tê îdiakirin ku Emre K. yê 9 salî ji ber guleyeke bi xeletî di malê de birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê zarok ji bo otopsiyê birin morga Tiba Edlî ya Amedê.
Lêpirsîna bûyerê dest pê kiriye.







