Jin ji bo Mîhrîcana Sakîne Cansiz amade ne
- 15:10 27 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 13’yemîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz sibê li bajarê Zurih ê Swîsreyê bi dirûşma “Niha Dem Dema Jinê ye” tê lidarxistin.
13’yemîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz sibê li bajarê Zurih ê Swîsreyê tê lidarxistin. Ev festîval her sal ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin. Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên PKK'ê bû û di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hatibû qetilkirin. Mîhrîcan bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) pêk tê. Zêdetirî 20 saziyên jinan piştgiriya vê mîhrîcanê dikin. Di nav wan de Greva Jinan a Femînîst, Partiya Sosyalîst û rêxistinên jinan ên Kesk jî hene.
Mîhrîcan sibê li Kaserneareal a Zurihê saet di 11.00’an de dest pê dike. Bernameya mîhrîcanê pir dewlemend e. Ev hunermend û kom dê derkevin ser dikê:
Ayfer Duzdaş, Nûbûn, Nazê Azîzî, Eylul Nazliler, Berfîn Demîr, Nûarîn, Koma Stranan a Jinan (Hunera Mizgîn Swîsre), Koma Folklorê ya Swîsreyê, Koma Govendê ya Herêmî, Koma Erbane, Konê Dengbêjan û Zarok Ma.







