Li Geverê ‘Bajarê jinan’ hat nîqaşkirin

  • 21:02 29 Hezîran 2026
  • Rojane
COLEMÊRG – Komîsyona Amadekar a Ber Bi Bajarên Jinan ve a Geverê bi jinan re civiyan û derbarê avakirina bajaran a bi nêrinên jinan nîqaşên berfireh kirin.
 
“Komîsyona Amadekar a Ber Bi Bajarên Jinan Ve” a Midûriyeta Jinan a Şaredariya Geverê û Midûriyeta Jinan a GABB’ê ve civîne li Geverê bi jinan re hat lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî civînê bûn. Di salona civînê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat daliqandin.
 
Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul, di civînê de axivî û bal kişand ser avakirina bajarên jinan a ku bi nêrînên jinan bê sazkirin. Şadiye Kirmizigul, daxuyand ku armanc dikin bi perspektîfa jinan carek din bajaran ava bikin û hemû beşên civakê tevlî xebatan bikin û xitabî hemû kesîman bikin.
 
Civîna jinan bi nîqaş, nêrin û pêşniyaran bi dawî bû. Jinan herî dawiyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî”  berz kir.