Hesabê Ajansa Berûyê yê X'ê hate astengkirin

  • 15:04 2 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Hesabê Ajansa Berûyê yê X'ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin.
 
Hesabê Ajansa Berûyê yê X'ê, li ser daxwaza Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin. Derbarê mijarê de Xê sedema astengkirina xwegihandina hesab eşkere nekir.
 
Ajansa Berûyê da zanîn ku hesaba wan a X'ê yê nû @beruajans e.