Du xwişkên Behayî piştî lêpirsînên giran bi kefalet hatin berdan
- 14:29 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Mandana û Mahsa Sutude, du welatiyên Behayî yên li Şîrazê dijîn, piştî dayîna kefaleta 6 milyar tumenî ji Girtîgeha Adilabad hatin berdan, lê hîn jî derbarê sûcdariyên li ser wan de agahiyek zelal nayê zanîn.
Mandana û Mahsa Sutude, du welatiyên Behayî yên li Şîrazê dijîn, piştî dayîna kefaletê di 1’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Adilabad hatin berdan. Li gorî raporên mafên mirovan li Îranê, berdana van her du xwişkan piştî ku ji bo her yek ji wan 3 milyar tumen kefalet hat misogerkirin, pêk hat.
20 caran hatine lêpirsînkirin
Çavkaniyek agahdar a nêzîkî malbatê diyar kir ku her du xwişk û bira di dema binçavkirina xwe de bi berdewamî hatine lêpirsînkirin. Li gorî çavkaniyê, Mandana û Mahsa Sutude bi tevahî 18 caran ji aliyê yekîneyên îstîxbarata Pasvanên Şoreşê û du caran ji aliyê rayedarên Wezareta Îstîxbaratê ve hatine lêpirsînkirin.
Heman çavkaniyê zêde kir ku her du welatiyên Bahaî ji bo du rojan birine navendeke binçavkirinê ya bi navê "Plateya Hejmar 100" ku girêdayî Rêveberiya Îstîxbaratê ya Şîrazê ye. Ev navend di salên dawî de di gelek dozên ewlehiyê de gelek caran hatiye behskirin.
Dîroka binçavkirina her du xwişkan
Mahsa Sutude di 31’ê Adarê ya îsal, li mala xwe ya li Şîrazê ji aliyê hêzên îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hate binçavkirin.
Çend roj şûnda, di 3’ê Nîsanê de, Mandana Sutude jî ji aliyê hêzên girêdayî Muhafizên Şoreşê ve hate binçavkirin. Di dema binçavkirine de, mala wê hate lêgerîn û hin tiştên wê yên şexsî, tevî cîhazên elektronîkî, hatin destesor kirin.
Hîn ne diyar e bê ji bo çi hatine girtin
Her çend her du xwişk jî hatin berdan jî, hîn jî derbarê sedemên binçavkirina wan, sûcdariyên li dijî wan, an rewşa heyî ya dozên wan ên qanûnî de ti agahîyên zelal nehatine parvekirin.







