Li Hezexê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 14:13 16 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jina bi navê Azîze Yaman bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Jina bi navê Azîze Yaman (20) li mala ku lê dijiya a li Taxa Yeniyê ya navçeya Hezexê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Hat destîşankirin ku Azîze Yaman ji xaniyê ku lê dijiya ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê Azîze Yamanê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
 
Derbarê mirina biguman a Azîze Yamanê de lêpirsîn hat destpêkirin.