OHD'ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan eşkere kir
- 14:48 16 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatolyaya Navîn eşkere kir û xwest dawî li binpêkirinên mafan were.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a di Çile û Hezîrana 2026an de ya derbarê binpêkirinên mafan ên girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn li avahiya xwe bi daxuyaniyekê ve eşkere kir. Endamên komaleye tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan Berfîn Babaoglu ve hat xwendin.
Berfîn Babaoglu diyar kir ku wan derbarê girtîgehên, Afyon, Bolvadîn, Çorum, Sungurlu, Eskîşehîr, Karabuk, Kirikkale, Kirşehîr, Sîncan û Yozgatê rapor amadekirine.
Berfîn Babaoglu diyar kir ku di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêdebûnê û wiha got: “Berdanên bişert bi awayekî keyfî tên astengkirin. Lijneya Çaderî û Îdareyê wek dadgeheke 2'yemîn bi kar tînin. Mafê tenduristiyê bi awayekî pergalî tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi rêkûpêk nikarin bigehêjin tedawiyê. Di girtigehan de kirinên wek îşkence û muameleyên bêrûmetî berdewam dikin. Li ser girtiyan lêgerînên nav dev û bi kelemçeyê ve dermankirin tê ferzkirin. Ew yek jî ji bo gihiştina tedawiyan astengî derdixe pêşiya girtiyan. Di girtîgehan de sepanên tecrîdê û astenkirina mafên civakî didomin. Di girtigehan de girtiyên ev 4 sal in di bin tecrîde de dimînin hene. Girtiyên di girtîgehên Girtî yên Ewlehiyên Bilind û Tîpa S bi awayekî tecrîdê ve hatine avakirin. Girtiyên li van deran dimînin ji aliyê derûniyê ve pirsgirêkên giran dijîn. Mafê zimanê dayikê yê girtiyan tê astengkirin.”
Berfîn Babaogulu anî ziman ku ew bang di serî de Wezareta Dadê û hemû nûnerên îdarê û darazê dikin ku van gavan biavêjin û gavên bên avêtin jî wiha rêz kir:
*Girtiyên ku di bin şert û mercên girtigehê de nikarin bigihêjin tedawiyê divê ji bo van çareseriyên din bên dîtin. Divê li ber nexweşiyên wan cezayên wan bêne paş ve xistin.
*Divê sepanên weke lêgerîna nava dev û lêgerinê tazî bi dawî bibin û sewqkirinên girtiyên nexweş neyê dereng xistin û girtiyên nexweş divê di girtigehên nêzî malbatên xwe de werin girtin.
*Divê gihiştina girtiyan ava paqij û xwerinên rêkûpêk neyê astengkirin û xwe gihiştina malzemeyên hijyen û paqijiyê pêkan bibe.
*Divê girtiyên nexweş di şert û mercên paqij de bigihêjin saziyên tenduristiyê û sepanên muaneyên bi kelempçeyê dawî bibe.
*Divê ji bo êrişên di serê sibe û şev dibin de kiryarên wek zirarê didin tiştên girtiyan û tundî li wan tê kirin lêpirsînên rêkûpêk werin kirin.
*Divê astengiyên bi keyfî yên li pêşiya axaftin, werzîş û atolyayan bi dawî bibin.
*Divê girtigehên wek Ewlehiyên Bilind a Girtî (YGC) û Tîpa S ê ku ji bo tecrîde hatiye avakirin an gav bi gav werin girtin an jî şert û mercên wan werin sereraskirin.
*Divê mafê parastina bi zimanê dayikê bi zagonan were bikeve bin ewlehiyê û nivîsandinên bi Kurdî divê neyê astengkirin.
*Divê kotayên pirtûkan û qedexekirinên xwe gihandina rojname, kovar û televîzyonê bi dawî bibin.
*Divê kiryarên Lijneya Çavderî û Îdareyê yên wek nirxandina ‘rewşa baş’ bi dawî bibe.
*Divê daxwaza girtiyên nexweş ên dixwazin girtigehên nêzî malbatên xwe bin, pêk were, divê sepanên surgunê dawî bibe.
*Divê derbarê daxwaznameyên ku girtî dişînin û aqûbêta wan de agahî ji girtiyan re bê dayîn.
*Divê zagon li gor rûmeta mirovahiyeyê bên çêkirin.
*Divê biryarên Navendên Îdareya Çavderiyê ku dibe sedemên şewitandina înfazê ji holê rabe.”







