Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya
- 11:13 29 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE -Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi rojevên weke; qanûna çarçoveyî, geşedanên siyasî û civakî û kongreyê civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê civiya. Hat zanîn ku di civînê de dê mijarên weke; geşedanên siyasî, qanûna çarçoveyî, konferansên mezin ên di 5-6ê Îlonê de bên lidarxistin û rojeva kongreyê nîqaş û gotûbêj bên kirin. Her wiha di civîne de plansaziya 15 rojên li pêşiya me jî dê bê kirin.







