Jinên Elbaxê:Em ê jin bi dengê berxwedanê tecrîtê bişkînîn

  • 09:02 6 Mijdar 2017
  • Rojane

WAN - Li hemberî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bertekên gel berdewam dikin. Herî zêde jî nêrazîbûnên jinan li her deveran  bênavber didomin. Jinên li Elbaxê bertek nîşanî girankirina tecrîdê dan û gotin ku şikandina tecrîdê mizginiya rojên kêfxweşiyê ye. 

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj girantir dibe. Li hemberî girankirina tecrîdê bêdengiya rayedarên dewletê jî berdewam dike. Ev saleke bi tu awayî bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nayên. Serlêdana ku herî dawî malbata wî kirî jî hate redkirin. Li hemberî girankirina tecrîdê û bêdengiya dewletê berdekên gel zêde dibin. Jinên li Elbaxê bertek nîşanî tecrîdê dan û gotin ku tecrîd dê bi rêxistinbûyina jinan bê şikandin. 
 
‘Hemû jin rabin ser piyan tecrîtê bişkînin’
 
Jina bi navê Şengûl Polat da zanîn ku girankirina tecrîdê qanûnên hiqûqî binpê dike û got ku divê jin li hemberî tecrîdê bibin deng û wiha axivi;”Bi girankirina tecrîdê dixwazin politikaya tirsê li Kurdîstanê bidin meşandin. Ji ber ku hikûmet jî baş dizane ku nefesa gele kurde serok e. Hêzên neteweyî jî baş dizanin ku girankirina tecrîdê cezakirina gele kurd e. Ev tecrîd li hemberî gele kurd şantaj e. Bi polîtikayên tirsê dixwazin têkoşîna gele kurd bidin sekinandin. Dewlet li gorî daxwaziyên xwe gele kurd mijûl dike. Pêwîste tecrîd neyê qebûlkirin. Divê li her deveran Gelê Kurd li ser piyan be. Heta ku Gelê Kurd agahîyê ji serok bistîne divê li ser piyan be û têbikoş e. Serok parazvanê mafê jinan e. Ji ber wê yekê jî destpêkê jinên bindest pişt re hemû jin rabin ser piyan û girankirina tecrîdê qebûl nekin. Em ê jin tecrîdê bi dengê berxwedanê bişkînîn.”
 
‘Em ê bi deng û berxwedanê tecrîtê bişkînîn’
 
Hevseroka DBP a Elbaxê Medîne Tufan jî bi lêv kir ku dê jinên kurd girankirina tecrîdê qebûl nekin û got ku divê bêdengî bê perçekirin û wiha got:”Ev saleke em tu agahiyan ji birêz Ocalan nastînîn. Li Ser medyaya civakî jî der barê mirina birêz Ocalan de agahî hatin parvekirin. Edî tehemmûlla gele kurd nema ye. Li tu deverên cîhanê serokê gel bi vî awayî nehatine tecrîdkirin. Bi girankirina tecrîdê re dewlet pêşiya alozîyê vedike. Rayedarên dewletê çima agahiyek nadin. Bêdengiya dewletê nayê qebûlkirin. Em jinên kurd tecrîdê qebûl nakîn û em ê bi deng xwe û berxwedana xwe tecrîdê bişkînîn.”
 
‘Şikandina tecrîdê mizgîniya rojên xweşiyê ye’
 
Saniya Delî jî da zanîn ku ew dixwazin serokê wan azad bibe û got ku li hemberî tecrîdê bêdengî mirine û wiha berdewam kir;”Ev salek e em tu agahiyan ji serokê xwe nastînîn. Herkes baş dizane ku aligirê aşitîyê birêz Ocalan e. Çima der barê rewşa birêz Ocalan de tu agahiyan nadin gelê kurd. Ev yek nayê qebûlkirin. Dewlet bi zanebûn tecrîdê giran dike. Li hemberî tecrîdê bêdengî mirin e. Divê tu kes nebe amûrê bêdengiyê. Bêdengiya li hemberî tecrîdê mirin e. Em dixwazin mîna serokê her gelekî serokê me jî di nav me de be. Ez tecrîdê şermezar dikim. Şikandina tecrîdê mizgîniya rojên xweşiyê ye.