Li Rihayê rola rêveberiyên herêmî hat nîqaşkirin
- 13:25 26 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA - Di konferansa ku DEM Partiyê li Rihayê organîze kir de Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Canan Kebenç Ozkan bal kişand ser rola bingehîn a rêveberiyên herêmî ya di avakirina civaka demokratîk de û wiha got: “Avakirina pergaleke ku tê de gel bixwe xwe bi rê ve bibin, ji rêveberiya herêmî dest pê dike.”
Konferansên ku ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê ve bi diruşmeya “Komîn Şaredarî Ye, Şaredarî Komîn e” tên lidarxistin, li Rihayê dewam kir. Pêkhateya Rihayê ya konferansê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê pêk hatî de delegasyona bajarên Riha û Semsûrê amade bû.
‘Pêvajo berpirsyariyên girîng ferz dike’
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Canan Kebenç Ozkan ve hat kirin. Canan Ozkan bal kişand ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an û diyar kir ku serdema nû ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk berpirsyariyên girîng li ser milê wan ferz dike.
‘Xwerêvebirin ji rêveberiyên herêmî dest pê dike’
Li ser mijarê Canan Ozkan destnîşan kir ku civaka demokratîk ji rêveberiyên herêmî serbixwe nayê fikirîn û wiha axivî: “Avakirina pergaleke ku tê de gel bixwe xwe bi rê ve bibin, ji rêveberiya herêmî dest pê dike. Ji bo azadiya gelê Kurd û nîzameke hiqûqî ya demokratîk, rêveberiyên herêmî xwedî roleke krîtîk in.”
‘Şaredarî tevgera rizgarkirina rûyê erdê ne’
Di berdewamiya axaftina xwe de Ozkan, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje “Şaredarî tevgera rizgarkirina rûyê erdê ne” bi bîr xist û îfade kir ku divê şaredarî ne tenê wekî saziyên xizmetguzariyê bin, di heman demê de bibin navendên ku ji pirsgirêkên civakî re çareseriyê hildiberînin.
‘Çareserî di komîn û şaredariyan de ye’
Canan Ozkan li ser pirsgirêkên giran ên civakî yên wekî şer, xizanî, koçberî, qetilkirina jinan û hişbirê jî rawestiya û destnîşan kir ku ev krîz dikarin bi riya rêveberiyên herêmî û komînan bên çareserkirin. Ozkan daxuyand ku ji binesaziya bajaran heta xebatên çandî, ji projeyên aborî heta xizmetên tenduristiyê di qadeke gelekî berfireh de divê rêveberiyên herêmî rol û berpirsyariyeke aktîf bigirin.
Konferans bi nîqaşan didome
Piştî axaftina Ozkan, sînevîzyoneke ku nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser komîn û rêveberiyên herêmî tê de bûn hate nîşandan. Konferans piştre ji çapemeniyê re girtî bi rûniştinên nîqaşê dewam kir.







