Li Almanyayê jinên kurd li dijî şîdetê semîner dan

  • 10:55 20 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî li Navenda Civaka Kurd semîner hat dayîn. 
 
Li bjarê Almanya Mannheîmê minasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî semînerek ku ji aliyê Meclisa Jinê ya Ronahî Bêrîvan ve hatibû organîzekirin hat dayîn. Semîner li li Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin. Di semînerê de tundiya li ser jinê tê kirin hat niqaşkirin û bal hat kişandin ser pêdiviya bi jiyanek wekhev.