Mêrê ku bi hêza ji dewletê girt Rojbîn qetil kir hîna nehatiye girtin
- 09:06 15 Çile 2018
- Rojane
AMED - Şehmus Îlhan ê li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Dîcleyê Rojbîn Baran qetil kir û piştî qetilkirinê der barê mijarê de roportaj dabû rojnamegeran, hîna li derve digere. Feleknas Uca ya der barê mijarê de pêşnûmepirs da meclîsê got: “Mêr bi hêza ji dewletê girtine, jinan qetil dikin.”
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li Fîskayayê taxa Dîcleyê di 24’ê Kanûnê de mêrê bi navê Şehmus Îlhan jina bi navê Rojbîn Baran qetil kir û piştî vê Şehmus roportaj dabû rojnamegerên ji bo bûyerê cûn cihê bûyerê û hîna nehatiye girtin. Şehmus îlhan ku piştî Rojbîn qetil kir, hîna li taxê digere û hat hînbûn ku berê jî ji ber sûcekî edlî hatiye girtin û di 10’ê mijdara 2017’and e bi berdana bi kontrol hatiye tahliyekirin. Siyasetmedaran bertek nîşanê ku hîna Şehmus nehatiye girtin dan û balkişandin ser kuştinên jinan yên di dema desthilatdariya AKP’ê de.
‘Mêr ji dewletê hêzê digirin’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku der barê girtina kujer de pêşnûmepirs daye Meclîsê û got di demên dawî de êrîşên li dijî jinan zêdebûne û got Şehmus li ber kamerayan bi rehetî îfade kiriye ku Rojbîn qetilkiriye û got: “Mêrê ku li taxê digere û tê naskirin, nayê girtin. Ev mirovan difikirîne.”
Feleknasê bi lêv kir ku sibeha şeva ku hevjîna xwe qetil kiriye, vedigere taxê û wiha pê de çû: “Tê payîn ku Şehmus kesek din jî qetil bike. Ji rojnamegeran re gotiye kujer ezim û rojnameger jî tehdîd kiriye. Ji vir tenê encamek derdikeve;mêr bi hêza ji dewletê digirin, jinan qetil dikin.”
Ewlehiya canê jinan tine
Ji meclîsa Jinan a Sosyalîst Denîz Aktaş diyar kir ku di dema pêvajoya AKP’ê de kuştinên jinan zêde bûye û got ev polîtîkaya dewletê ye û got: “Polîtîkayên AKP’ê bi dijminahiya li hemberî jinê re girêdayî ye. hêza vê teşîr bike rêxistinên jinane. Kesê bi şev Rojbîn qetil kir, sibehê serbest digere. Ev nekare bê qebûlkirin. Kujer bi rehetî li kolanan digerin û ewlehiya canê jinan tine. Em dixwazin Şehmus bê girtin.”







