‘Dewlet gavê navêje, pêvajo bandorê li kolanê nake’
- 09:02 20 Nîsan 2026
- Ramyarî
Melek Avci
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk da zanîn ku desthilatdarî der barê pêvajoyê de gavên şênber navêje, wekî ku her tişt temam e nîşan dide û pêvajo bandor li kolanê nake.
Tevî ku di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de demek dirêj derbas bûye jî hîna desthilatdariyê tu gavek navêtiye, zimanê negatîf û nezelal didomîne. Bêyî ku pêvajoyek qanûnî hebe, raporên meclîsê jî nade ber xwe.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Burcugul Çubuk der barê pêvajoyê de axivî.
‘Du helwest hene’
Burcugul Çubuk da zanîn ku desthilatdarî pêvajoyê li demê belav dike û vê jî ji ber neavêtina gavên der barê girtîgehan dibînin. Burcugul Çubuk wiha got: “Ez gotinên berdevkên deshtilatdariyê rexne dikim. Wekî ku yekane tişta dewlet bike rapor e. Dibêjin me kir qedya. Ya duyemîn jî wek rapor tuneye tevdigerin. Du nêzîkatî bi hev re tê meşandin.”
‘Ev lêgerîna ewlehiyê ne tenê ji bo PKK’ê ye’
Burcugul Çubuk destnîşan kir ku niha jî di nîqaşên berdana çekan a PKK’ê de sînor bûne û wiha vegot: “PKK’ê xwe fesix kir. Li çiyan gerîla hebin jî tevli têkoşîna çekdarî nabin. Belkî jî li çiyan jiyanek din tê avakirin. Lê dixwazin bêyî ewlehî hêza parastinê bê. Divê ev ewlehî wek ewlehiya qanûnî tenê neyê vegotin; Lêgerîneke ewlehiyê ya bi demokrasiyê bikeve bin temînatê heye. Ev ewlehî ne tenê ji bo wan ji bo her her kesî tê xwestin.”
‘Pêvajo bandor li kolanê nake’
Burcugul Çubuk di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew jî bixwe dizanin ku ev ne rast e û wiha got: “Lê rewşa afirandina nêrînê heye. Dezenformasyoneke mezin ew bixwe dike. Wekî ku pirsgirêk çareser bûye, lê gerîla li wir mane nîşan dide. Wekî tu tiştek tuneye nîşan didin. Zextên li girtîgehan bidawî nebûne, xespkirina mafê girtiyan didome. Di hawirek wisa de em dibînin ku demokrasî tuneye. Em dibînin ku ev pêvajoya çareseriyê bandor li kolanê nekiriye.”
‘Yekane tişta kiriye komîsyon e’
Burcugul Çubuk wiha dirêjî dayê: “PKK’ê çek şewitand. Çalakiyek cidî pêk anîn. Di ser vê de salek derbas bû. Di vê salê de yekane tişta hat kirin avakirina komîsyonê bû. Di vê komîsyonê de bi giranî baskê AKP-MHP’ê cih girt. Wê demê jî me got, dengê ‘erê’ ya hevalên me der barê îradeya çareseriyê de bû. Rapor di esasê de pir bi pirsgirêk e lê bi hinek aliyan raporeke ku dikare rê vebike ye. Em behsa desthilatdariyek ku ev kiriye dikin. Lê hevserokên me carekê dikaribûn biçin Îmraliyê. Yên di qada aştiyê de mafê mirovan de demokrasiyê de xebatan dimeşînin hîna neçûne Îmraliyê. Yek rojnamegerek neçûye Îmraliyê. Hewcedariya me bi aştiyê heye. Şer û mîlîtarîzm li hemû erdnîgariyê belav bûye. Li dijî şer, ji bo aştiyê têkoşîn tê dayîn. Lê tiştê ku deshtilatdarî dike pirsgirêkan çareser nake. Beramberê gotina ‘Me tiştên pêwist kir’ tuneye, tundî belav dibe.”







