Malbatên komkujiya 19’ê Kanûnê jiyan:Em ê ji bo zarokên xwe bibin yek
- 09:05 19 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan ku bertek nîşanî pêkanîna cilên yekreng dan gotin: “Me di 19’ê Kanûnê de zarokên xwe ji morgan girtin. Me êşên mezin kişandin, em her tim di nav tirsê de ne. Werin em bibin yek û li dijî zilma li ser zarokên xwe derkevin.”
Bi KHK’a hejmar 696’an de wê pêkanîna cilên yek reng dîsa li girtîgehan bikeve meriyetên. Ev pêkanîn herî zêde malbatên girtiyan dixe nava fikaran. Nadîre Çelîk, Naîme Emlî û Fahrettîn keskîn ku zarokên wan bi salane girtîne diyar dikin ku ew ji ber zarokên xwe fikarin. Malbatan fikar û banga têkoşînê bi hevkariya ajansan me vegotin.
‘Me ew êş jiyan, em naxwazin dîsa bijîn’
Nadîre Çelîk ku kurekî wê di ‘operasyona vegera jiyanê’ de bi giranî birîndar bû û bi salan di girtîgehê de nexweş ma û piştre jiyana xwe ji dest da, kurê wê yê din Sezgîn Çelîk jî ev 27 sale di girtîgehê de ye. Nadîreyê îşkenceyên di navbera salên 1983-84’an de hatine jiyîn bibîr xist û wiha got: “Heta salên 90’î me hilweşînên mezin jiyan. Heta wê demê gelek girî an mirin an seqet man. Me ew êş kişandin, em naxwazin dîsa bijîn.”
Nadîreyê bi lêv kir ku zarokên wê ji ber nêrîna siyasî hatine girtin û ev tişt bi lêv kir: “Zarokên me li dijî neheqiyê derketin. Nexwestin zilm, birçîbûn û xizanî hebin. Zilmê ne tenê di salên 90’î de di salên 2000’î de jî berdewam kir. Me di grevan de zarokên xwe wenda kir. Hinek jî me li derve wenda kir.lê em her tim li cem zarokên xwe bûn. Ji bo wan em çûn ber her derî. Zarokên wê cilên yek reng qebûl neke. Wek berê wê niha jî berxwedan hebe û şûnde bê kişandin.”
‘Me zarokên xwe ji morgan kom kir’
Nadîreyê operasyona 19’ê Kanûnê bibîr xist û got: “Me zarokên xwe ji morgan girtin. Me êşên mezin işandin. Em her tim di nav tirsê de ne. Em her tim bi fikarên ‘gelo emê zarokên xwe bibînin? Rewşa wan çiye, gelo qetil kirine, êrîş kirine’ diçin girtîgehê. Em bi fikarin. Erdogan dibêje 45 girtîgehên nû vedibe. Ji xwe nîvê Tirkiyeyê girtîgehe. Yên mane jî wê bikin girtîgehan. Wê demê wê bibe serokomarê ku derê.”
‘Em bi hev re li dijî vê derkevin’
Nadîreyê di mijara cilên yek reng de bertek nîşanê gotinên Erdogan yên ku girtîgeha Guantunamo mînak digire da û got ‘çima tiştekî maş mînak nagirî’ û bi lêv kir ku wê bi hev re li dijî van pêkanînan derkevin.
‘Ji bo hinek ezman jî têl pêçane’
Naîme Emlîk jî anî ziman ku kurê wê 20 sale girtiye û ev tişt daxuyand: “Min jî pêvajoya 19’ê Kanûnê jiya. Zextên li girtîgehan her tim hebûn. Li şûna pirsgirêkên girtîgehan bên çareserkirin, neçareserî tê ferzkirin. Kurê min niha li Şakranê ye. Binpêkirina mafan didome. lêgerîna tazî, qedexeya hevdîtinan her tişt heye. Niha hewadanka wan jî têkl kirine. yanî ezman jî li wan têl kirine. Pêkanîna cilên yek reng tenê li girtîgehan pêk nayê. Ev di esasê de polîtîkaya yek netew, yek al û yek zimane. Wê zarokên me vê qebûl nekin. Ya tê xwestin bê kirin, serîtewandine. Ez bang li rayedaran dikim. Bila dest ji van qanûnên bi KHK’ê derxistine berdin.”
Fahrettîn Keskîn jî du zarokên wî ev 20 salin di girtîgehê de ne û got kurekî hem nexweşê çolyakê û hem jî nexweşê diyabetê ye û got girtîgeh ji bo kurê wî ne başe.
‘Em ê li cem wan bin’
Fahrettîn daxuyakirin ku şertên girtîgehê bi OHAL’ê re xerabtir bûye û got cezayên hucreyê û qedexeya hevdîtinê didin zarokên wan û ev bi pêkanîna cilên yek reng kûrtir bûye. Fahretîn bi lêv kir ku ew li dijî pêkanîna cilên yek reng her tim li cem zarokên xwe ne.







