‘Em ê wan cilan biçirînin û biavêjin ser rûyê we’

  • 09:01 20 Çile 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Xizmên girtiyan diyar kirin ku wê li dijî pêkanîna cilên yekreng ku hewl tê dayîn li girtîgehan bê bi kar anîn, têkoşînê mezin bikin û wiha gotin: “Em ê vê pêvajoyê li ser girtiyan bar nekin. Em ê bibin yek û wan cilan biçirînin û biavêjin ser rûyê wan.” 
 
Bi hinceta OHAL’ê bi KHK’a hejmar 696’an tê xwestin ku pêkanîna cilên yekreng li girtîgehan têxe faaliyetê û berteka xizmên girtiyan li dijî vê mezin dibe. Li girtîgehên  îşkence û binpêkirina mafan her diçe kûr dibe û xizmên girtiyan diyar kirin ku pêkanîna cilên yekreng nokteya dawî ya ‘îşkencê ye’ û gotin wê li derve berxwedanê mezin bikin.
 
‘Em ê qebûl nekin’
 
Xizma girtiyekê Olcay Îlhan diyar kir ku piştî pêkanîna ‘cilên yekreng’ hatiye rojevê çûye hevdîtina li girtîgeha Amedê û got girtiyan ji ber pêkanîn qebûl nekirine derneketine hevdîtinê jî û wiha pê de çû: “Ev pêkanîn rûmeta mirovan dişkîne. Em malbat divê bên cem hev û piştgiriyê bidin girtiyan. Di 12’ê lonê de çawa nehatiye qebûlkirin wê niha jî neyê qebûlkirin. Her kes dizane di 12’ê îlonê de çi hatiye jiyîn. Ji bo niha heman tişt neyên jiyîn divê em malbat di piştevaniyê de bin û li gel zarokên xwe bin.”
 
‘Pêkanîn xeta sor a girtiyan e’
 
Şehrîban Uyanik a ku xwişk û keça wê di girtîgehê de ye bi lêv kir ku pêkanîna ‘cilên yekreng’ xeta sor a girtiyan e û ev tişt vegot: “Mirov nikarin normal li pergaleke ku hestiyan ji gorê derdixe binêrin. Ew jî têr nake cilên yekreng li zarokên me dikin. Çawa zarokên me dibêjin em li xwe nakin em ê jî çi ji destênme bikin. Mislimantiyê bikartînin û her kesî dixapînin. Hûn ne muslimanên rast in.”
 
'Em ê bibin yek û wan cilan biçirînin û biavêjin ser rûyê wan'
 
Şehrîbanê bi lêv kir ku cilên yekreng ne li girtiyên siyasî divê  li dizan bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê vê pêvajoyê li ser milê girtiyan bar nekin. Em ê bibin yek û wan cilan biçirînin û biavêjin ser rûyê wan. Em bi tecrubeya xwe bawer in. Ez banga têkoşînê li hemû xizmên girtiyan dikim.”