Gelê Kobanê ji bo Efrînê rabû ser piya

  • 20:54 20 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê gel bi pêşengtiya jinan derketin qadan û dirûşmên "Gelê Efrînê ne tenê ye", "Serîhildan, serîhildan, serîhildan" hat berzkirin.
 
Pişjtî ku balafirên dewleta tirk Efrîn bombebaran kir gelê Kobanê derket qadan. Gelê Kobanê bi pêşengtiya jinan derketin qadan û li ba "Peykerê jina azad" kom bûn.Gelê Kobanê diyar kir ku gelê Efrînê ne bi tenê ne û dirûşmên “Gelê Efrînê ne tenê ne”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Gelê Kobanê bang kir ku hemû gelê kurd biherikin qadan.