Li Amedê ji bo Efrînê çalakî

  • 15:32 21 Çile 2018
  • Rojane
AMED - KCD, DBP, HDP û TJA hatin gel hev û bertek nîşanî  êrîşa ku li dijî Efrînê tê kirin dan.
 
 Duh saet di 16.00’an de TSK û Komên girêdayê OSO’yê li dijî Kantona Efrînê ya Federasyona Bakurê Suriyeyê êrîşên hewayî û bejayî dan destpêkirin. Rêxistinên KCD, DBP, HDP û TJA li ber avahiya HDP’ê ya Amedê  hatin gel hev û bertek nîşanî êrîşa ku li dijî Efrînê tê kirin dan. Beriya kombûnê partî û tevgeran, polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir. bi sedan polîs li heremê bi cih kirin û maşîneyên zirxî hemû rêyên ku diçin avahiya HDP girtin. Kesên di heremê re derbas dibin di kontrola GBT’ê re hatin derbaskirin. Polîsan heta ber deriyê avahiya partiyê jî girt û aşkere kirin ku bi hinceta OHAL’ê dstûrê nadin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Serokê DBP’ê Mehmet Arslana ku li ber deriyê avahiyê bûn bi polîsan re ketin nîqaşan. Di vê navberê de gelê ku li ber avahiyê jî dirûşima“Bijî berxwedana Efrînê”, “Efrîn gel e, gel li vir e”, “Efrîn em in, em li vir in” berz kirin. Leyla bertek nîşanê astengiyê da û wiha got: “Li vir dagirkirin heye. Partiya ku ji sedî 80 deng girtiye nikare daxûyaniyê bide.”
 
Li dijî hemû astengiyan girseya ku qebûl nekir bikeve hindir, bi dirûşmên xwe ve dawî li çalakiya xwe anîn.