Çalakiyên ji bo Efrînê li Kadikoyê dewam dike

  • 20:10 21 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Ji bo nerazîbûna êrîşên li ser Efrînê gel li Kadikoyê dîsa kom bûn. Polîsan êrîş kir û di encama êrîşan de 8 kes hatin binçavkirin.
 
Êrîşên li dijî Efrînê yên Hêza Çekdarên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad ji aliyê gel ve li Kadikoyu hat protestokirin. Bi pêşengtiya Bloka Aştiyê çalakiya ku hat xwestin pêk were bi mudaxaleya polîsan rû bi rû ma di encamê de 11 kes hatin binçavkirin û çalakî di navbera kolanan de didome. Girseya ku di navbera kolanan de gihaştin ba hev dirûşmên “AKP a kujer ji Kurdistanê derkeve”, “Bijî berxwedana Efrînê” hat berzkirin. Çalakiya gel tevî êrîşên polîsan hîn berdewam dike.  
 
Li dijî tarîtiyê banga têkoşînê
 
Her wiha berdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigit û heyet ali ba wan li ber avahiya HDP’ê ya Kadikoyê daxwiyanî da. Gulistanê diyar kir şer tê wateya hêsirên çavan, kuştina pitikan, hilweşandina malan, tê wateya koçberî û tecawizê. Her wiha Gulistanê wiha berdewam kir:”Divê her welatiyê ku li vî welatî bêhna xwe distîne û dijî li dijî taritiyê têkoşîna xwe berz bike.”