Li Gimgimê nobet 16 roj in didome

  • 13:10 18 Gulan 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Nobeta konvedanê ya li gundê Xwarikê ya bi ser navçeya Gimgima Mûşê ve ku li dijî projeya JES'ê hatiye destpêkirin, di roja 16'emîn de didome.
 
Nobeta konvedanê ya li gundê Xwarikê ya bi ser navçeya Gimgimê ya Mûşê ve ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 16'emîn de berdewam dike. Li qada nobetê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, pankartên wekî “Kedxwariyê neke, xwezayê xilas neke” û “No hard mîrasê kal û bavikan o. Bavokê ameyoxî yo, JES newazenîme” hatine daliqandin.
 
16 gundên ku dê ji projeya JESê bi bandor bibin, ji bo parastina xwezaya xwe xwe bi rêxistin kirine û her roj 2 gund ji bo 24 saetan nobetê digirin. Çalakgerên nobeta diyar dikin ku ew bi biryar in heta ku betalkirina projeya JESê dê çalakiya xwe bidomînin.