'Ew di dilê me de wek stêrkekê bû'
- 09:25 27 Nîsan 2019
- Rojane
Ronahî Nûda
QAMIŞLO - Yek ji berxwedêra ku di êrîşa Çiyayê Qereçoxê de jiyana xwe ji dest da Nûda Gulbahar e. Di derbarê vê êrîşê de dayika bi navê Sebrê Mihemed wiha qala ken, hêz, bawerî û kelecana qehremana jina Kurd Nûda kir:"Dema ku ew dikeniya bihar dihat. Ez hêvîdar im ku em ê layiqî têkoşîna Nûda bin û xwîna wan dê li erdê nemîne."
Di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî Çiyayê Qerecoxê kirin. Di encamê de Radyoya Rojava FM hat hedefgirtin û 20 têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji van têkoşeran Nûda Gulbahar bû. Nûda bû kenê rûyê zarokên azad, di dilê dayikan de bû hêviya azadiyê. Di pelê dîrokê de bû sembola jina berxwedêr. Jin bi hezar salan hatibû jibîrkirin. Nûda çanda dayiksalarî ya ku ji axa dayikê, di çemê Firatê de zindî kir. Bû şopdara dayika Îştar û bû hebûna xwe. Sebrê Mihemed behsa Nûda kir û wiha got:"Dema Nûda dihat hinda min bi dilekî germ hembêz dikir. Ew di dilê me de wek stêrkekê bû."
'Berxwedêr manewiyata herî pîroz in'
Sebrê wiha got:"Dema nasnameya Nûda hat dayîn me hilgirt. Ji ber nasnameya Berxwedêran manewiyatê wê gelek bi qiymete, ji ber ku ew şehîd di oxira Kurdistanek azad û wekhev de canê xwe ji bo ax û gelê xwe feda kirine. Ez wek dayikekê ji Nûda gelekî hez dikim. Ji bo min manewiyata Nûda bi qiymet û bi wate ye. Dema Nûda dihat gel min bi dil û can min hembêz dikir wiha dikir ku em ji zarokên xwe bêtir ji wê hez bikin. Rastiya tevgera azadiyê jî wiha ye. Hemû gel wekhev digire dest."
'Nûda min wekî dayika xwe didît'
Sebrê wiha dewam kir:"Nûda her dem behsa min ji hevalan re dikir, dayika Nûda jî wek min bûye. Dema ku Nûda min didît digot ‘ Tu jî wek dayika min xwedawend î’ bi rastî jî gelek qiymet dida dayikan. Yê ku Nûda hez nedikir tunebûn. Di dilê me de wek stêrkekê bû û ew ê her wekî stêrkekê bimîne."
Bîranîna girêdana qurnefîlê
Sebrê diyar kir ku Nûda gelek ji bêhna qurnefîlan hez dikir û wiha dewam kir:"Herî dawî Nûda rêwî bû hat ji min xatirê xwe xwest ji bo bîranîna wê li gel min hebe bi kenekî ji dil qurnefîl derxist û da min. Ev bû 2 sal hîn jî ez hiltînim. Heta ez bijîm ez ê hilînim. Wê gelekî ji bêhna qurnefîlan hez dikir."
'Çiqas jî diêşiyam ewqas jî bi Nûda re serbilind bûm'
Sebrê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em heftê carekê wekî malbat giştî diçûn serdana Nûda. Me bi giştî ji Nûda hez dikir. Kurekî min hebû Nûda gelek jê hez dikir her dem digot ez ê dayika te bim kurê min. Zarokên min gelek bi Nûda ve girêdayî bûn. Dema Nûda tevlî pakrewanên azadiyê bû ez ne li mal bûm, dema ez zivîrîm malê zarokên min hemû morelên wan tune bûn. Min ji wan pirsî û gotin Nûda tevlî karwanên azadiyê bûye. Di wê kêliyê de min hemû zarok ji mal derxist û ez bi êşa xwe tenê mam. Çiqas jî diêşiyam ewqas jî bi Nûda re serbilind bûm. Piştî Nûda ez heya niha jî nikarim biçim Qereçoxê ji ber ku di van kêliyan de wateya axaftinê namîne. Ez hêvîdar im ku em ê layiqî têkoşîna Nûda bin û xwîna wan dê li erdê nemîne. Ew di dilê me de wek stêrkekê bû û ew ê her wiha bimîne."








