Li Hesekê teqîn: 3 kes birîndar bûn, zarokekê jiyana xwe ji dest da
- 14:18 4 Tebax 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li bajarê Hesekê 2 Teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de 3 kes birîndar bûn û zarokekê jî jiyana xwe ji dest da.
Îro li bajarê Hesekê 2 teqîn pêk hatin ,teqîna yekemîn li Sûka El-Hal a Taxa Mişêrfê bi motoksikletek bombebarkirî pêk hat , ya duyem jî li Taxa Neşwa ya girêdayî bajarê Hesekê bi motosklêtek bombebarkirî hat hat kirin.
Li gorî agahiyan 3 birîndar hene û zarokekê jî jiyana xwe ji dest daye. Hêzên ewlehiya Bajarê Hesekê birîndar rakirin nexweşxaneyê.







