Li Hezexê pirsgirêka avê hat çareserkirin
- 15:41 5 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, DEDAŞ’ê duh saetên êvarê ceyranên depoyên avê yên bajêr birî. Hevşaredarê Hezexê Murat Şen, bertek nîşanî vê rewşê da û ev nêzîkatî wek “provakasyon û ji gel re bêhurmetî” nirxand. Piştî hevdîtinan pirsgirêk hat çareserkirin û ava bajêr hat dayîn.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, DEDAŞ’ê duh saetên êvarê ceyranên depoyên avê yên bajêr birî. DEDAŞ’ê wek hincet deynên ku ji qeyûmê maye nîşan da. Bajarê ku nêzî 30 hezar serjimara wê heye bê av ma. Piştî bertek û hevdîtina pirsgirêk hat çareserkirin. Deyn dê bi texsîdan bê dayîn.
Dema ku HDP'ê şaredarî bi dest xist, nêzî 3 Mîlyon TL deynê DEDAŞ’ê hebûye û ji vî deynê bi texsîdan daxistine 750 hezar TL yê. Piştî demek DEDAŞ di soza xwe de nesekinî û duh saetên êvarê de ceyranên 4 depoyên avê yên bajêr birîn.
Hevşaredarên Hezexê, piştî ku ceyranên bajê hatin birîn û bajêr bê av ma bi berpirsyarên DEDAŞ'ê ve axivîn. Hevdîtina ku hat kirin de DEDAŞ û şaredarî li hev kirin, pirsgirêka avê ya bajêr hat çareserkirin.







