Malbata Rojwelat Kizmaz ji bo lêkolîneke bi bandor serî li dozgeriyê da

  • 20:15 27 Nîsan 2026
  • Rojane
ÊLIH - Malbata Rojwelat Kizmaz a ku di sala 2024'an de jiyana xwe ji dest dabû, bi daxwaza “lêkolîneke berfireh û bi bandor” serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da.
 
Li Êlihê di 9'ê Sibata 2024'an de Rojvelat Kizmaz a 26 salî winda bûbû û piştî sê rojan cenazeyê wê di Gola Bendava Heskîfê de hatibû dîtin. Her çend dosyaya mirina wê ya biguman bi biryara “hewcehî bi lêpirsînê nîne” hatibe girtin jî, malbatê bi delîlên nû serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Malbatê geşedanên dawî yên di dosyaya Gulistan Doku de wekî “delîlên nû” nirxandin û ji bo rakirina biryarên berê yên di dosyaya Rojwelat de, serlêdanek kirin. Malbat û parêzerên wan ku li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî dan, daxwaz kirin ku bûyer ji nû ve û bi awayekî aktîf were lêkolînkirin.
 
Malbatê bal kişand ser îhmalên di her du dosyayan de û diyar kir ku xebatên lêgerînê û pêvajoya komkirina delîlan kêm mane. Malbatê destnîşan kir ku di her du bûyeran de jî rêbazên bi vî rengî hatine meşandin û xwestin ku der barê kesên îhmala wan heye de lêpirsîn were destpêkirin.
 
Malbatê herî dawî ragihand ku ji bo derketina heqîqetê û ronîkirina hemû aliyên bûyerê, ew ê heta dawiyê şopdarên pêvajoya hiqûqî bin û bal kişand ku her geşedaneke di dosyaya Gulistan Dokûyê de rasterast bandorê li dosyaya Rojwelat Kizmaz jî dike û divê dozgerî bi vê hişmendiyê tevbigere.