Şandeya Jinan a HDP'ê çû serdana Tevgera Nifşê Nû

  • 15:58 5 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên Şandeya Jinan a HDP'ê li Silêmaniyeyê didome. Şandê îro bi Tevgera Nifşê nû re hevdîtin pêk anî û pirsgirêkên giştî yên jinan nîqaş kirin. 
 
Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyeyê çû serdana Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê). Di hevdîtinan de jinên kurd li ser pirsgirêkên jinan ên giştî rawestiyan û bal kişandin ser dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) e. 
 
Şandeya HDP'ê li Navenda Giştî ya Tevgera Nifşê Nû ya li Silêmaniyeyê hevdîtin pêk anî. Hevdîtin bi jinên Tevgera Nifşê Nû ya di bin serokatiya Parlamentera Nifşê Nû Mizde Mihemed de pêk hat. 
 
Piştî hevdîtinê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û wiha got: "Hêvîdarim ku ev hevdîtin bibe, zemînê yekîtiya Gelê Kurd û bi taybet jî ji bo yekîtiya jinan. Dixwazin bi hev re kar bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku dorpêça li ser Wargeha Mexmûr jî were rakirin."  
 
Parlamentera Nifşê Nû ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê  Mizde Mihemed axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de pirsgirêkên jinan nîqaş kirine û got ku wê guftûgo û peywendiyên wan berdewam bikin.