Gelê Kobanê desteserkirina şaredariyan şermezar kir

  • 08:36 6 Îlon 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Gelê Kobanê ji bo desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê bi meşekê bi wesayîtan nerazîbûna xwe nîşan da. 
 
Di 19'ê Tebaxa 2019'an de dewleta tirk şaredariyên Wan, Amed, Mêrdîn ku bi îradeya gel di 21'ê Adarê de hatibûn hilbijartin desteser kirin. Gelê Kobanê ji bo dengê xwe bi gelê Bakurê Kurdistanê re bikin yek bi meşek bi wesayîtan li dar xist. Meşa Wesayîtan ji deriyê garajê dest pê kir û berve gundê Elpeloriyê ve berdewam kir. Di meşa wesayîtê de alên Saziya Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatibûn hildan. Her wiha pankarta bi nivîsa "Na ji polîtika Erdoganê faşîst û qeyûmên li ser şaredariyên HDP'ê re" hat hilgirtin. Dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û na ji qeyûman re" hat berzkirin. Piştî meşa wesayîtan rawestiya, gel ber bi gundê Elperloriyê ku dikeve Rojhilata Kobanê ve meşiyan.
 
Paşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Şaredariya gel ya Kobanê Dilxaz Necîb Ehmed û Hevserokê Şaredariya Gel ya bajarokê Sirînê Mistefa Mislim axivîn û wiha gotin: "Em berxwedana Gelê Bakur silav dikin. Ji bo em dengê xwe bi gelê xwe yê li Bakur re bikin yek, em dibêjin na ji qey3umên nû re. Em ê li hemberî van êrîşên dewleta tirk bisekinin û em li kêleka hevserokên ku bi îradeya gel hatibûn hilbijartin bisekinin."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana gelê Bakur" bi dawî bû.