Rêveberiya Xweser: Em ê hemû derfetên heyî ji bo gel pêşkêş bikin
- 08:39 6 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civînek berfireh ji şêniyên Beldeya Em Hicêra ya girêdayî navçeya Holê a Bajarê Hesekê çêkir. Civîn bi armanca guhdarkirina giliyên şêniyan yê di aliyê xizmetguzariyê de bû.
Bi armanca guhdarkirina giliyên şêneyên Beldeya Em Hicêra ji aliyê xizmetguzariyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civînek li Eywana Meclisa Beldeya Em Hicêra hat lidarxistin. Li gorî agahiyan dê li her bajar, navçe û beldeyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi gel re derbas dibe civîn werin lidarxistin. Civîn ji aliyê Hevseroka Desteya Hundirîn Hemrîn Elî, Hevseroka Qomîteya Şaredariyan Raziya Îbrahîm, Hevserokê Desteya Tenduristî Mihemed Ebid Ezîz û Hevserokê Kantona Hesekê Ebid El-Xenî Oso hat birêvebirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
'Dewleta tirk dixwaze temenê aloziya Sûriyeyê dirêj bike'
Hevseroka Desteya Hundirîn Hemrîn Elî derbarê rewşa giştî ya herêmê û gefên dewleta tirk de wiha axivî: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê dewleta tirk dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Armanca dewleta tirk binketina pirojeya Netewa Demokratîk a li ser bingeha Wekheviya gelan hatiye rûniştandin bin bixe ye."
‘Em ê hemû derfetên heyî ji bo xizmeta gel pêşkêş bikin '
Paşî Hevseroka Qomîteya Şaredariyan Raziya Îbra teqez kir ku di her taxekê de şaredarî ji bo xizmeta gel hatiye avakirin û wiha got: "Bi hemû derfetên me, em hewil didin ku xizmeta gelê xwe bikin. Em ê hemû derfetên heyî ji bo xizmeta gel pêşkêş bikin.”
Di heman demê de Hevserokê Desteya Tenduristî jî got: "Erka me ew e ku em gelê xwe ji nexweşiyan biparêzin. Me bi dehan navendên Tenduristîyê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan bê pere ji şêneyan re vekirine û em ê di cihên pêwîst jî navendan vekin.”
Piştî axaftinan, deriyê niqaşê ji beşdaran re hate vekirin da ku tevahî giliyên xwe ji nûnerên desteyan re pêşkêş bikin, da ku li ser kêmasî, pêşniyar û daxwazên wan bisekinin.
Civîn bi durûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.







