ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 6 Îlon 2019
  • Rojev
*Jina bi navê F.M.S ya ku ji ber zilmê reviya Helebê diyar kir ku li Efrînê jiyan gelekî dijwar e û wiha got:"Di hundirê Efrînê de jiyan rawestiyaye, ewlehî têk çûye, hovîtiyeke dijwar li ser şêniyan tê meşandin."  DÎMEN HEYE
 
*Li Kantona Kobanê jin bi keda destên xwe kadeyên bi tehm amede dikin ku piraniya Kobaniyan jî berê xwe didin kadeyan da ku taştêyeke dewlemend û xweş bixwin. Li Firina El-Faxir jin bi keda destên xwe kadeyan çêdikin û kêfxweşiya xwe tînin ziman. Jina bi navê Hekîme Hesen a ku di Firina El-Faxir de dixebite diyar kir ku keda destan her dem rê li civakê vedike û wiha got:"Dema ez dixebitim bêhna min fireh dibe. Dema mirov tiştekî diafirîne kêfxweş dibe. Em dixwazin jin her dem bi keda destên xwe li ser piya bimînin."
 DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel di derbarê hemleya ku li dijî dagirkeriyê û DAIŞ’ê di 8’ê Tebaxê de dabûn destpêkirin axivî û got: "Wê têkoşîna jinê bi ser bikeve. Bi berxwedana jinan wê serkeftin mîsoger bibe." DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê şîdet û kuştina jinan ji ber polîtîkayên hatî afirandî her ku diçe zêde dibe. Endama Meclîsa Jinan ya HDP’ê Muazzez Tore da zanîn ku şîdeta li hemberî jinan polîtîk e û divê li dijî şîdetê jin hêza xwe bike yek. DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyan ên çûn hevdîtina xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Şakranê, diyar kirin ku îşkence û binpêkirinên mafan didomin û Zindana 12’ê Îlonê ya Amedê li Şakranê tê jiyîn û her wiha sewqkirina nexweşxaneyan jî ji însafa personelên girtîgehê re maye.
 
*Jinên ku bi rojane li dijî tayînkirina qeyûman berxwedana xwe didomînin wiha gotin: "Heta qeyûm neçin em jî ji vir naçin. Wê li qursiya rûniştiye rehetiyê nebîne. Em ê wî bişînin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ji ber polîtîkayên dewletê neçar man dest ji cotkariyê berdin diyar kirin ku ji bo deynê xwe yên ji cotkariyê bidin dest bi karê nan kirine û bertek nîşanê hikûmetê dan. DÎMEN HEYE