'Li Efrînê hovîtî dijwar e û jiyana şêniyan di nava tehlûkeyê de ye'

  • 09:01 6 Îlon 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina bi navê F.M.S ya ku ji ber zilmê reviya Helebê diyar kir ku li Efrînê jiyan gelekî dijwar e û wiha got:"Di hundirê Efrînê de jiyan rawestiyaye, ewlehî têk çûye, hovîtiyeke dijwar li ser şêniyan tê meşandin."   
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê bi hezaran kes hatin koçberkirin. Kesên ku li Efrînê man jî rastî zilm û zordestiyê man. Bi taybet jî yên ku bi zilm û zordestiyê rû bi rû tên hiştin jin in. Yek ji jinên ku bi vê yekê re rû bi rû hatiye hiştin jê, jina bi navê F.M.S a ku ji Efrînê reviya Kuçeya Şêx Meqsûd a Helebê ye. F.M.S wiha got:"Ez li benda roja xelasiyê bûm. Şêniyên Efrînê bi zilim û zordestiyek mezin re rû bi rû dimînin."
     
'Di Efrînê de ewlehî têk çûye' 
 
Di destpêka axaftina xwe de F.M.S bal kişand ser zehmetiyên ku li Efrînê tên jiyîn û wiha got: "Rewşa Efrînê nema wek berê ye. Mirovê ku biçe Efrînê, Efrîna xweş û aram bû nas nake. Her roj em bi tirs û komkojiyê re rû bi rû dimînin. Me nizanîbû em ê kengî bimirin hesabên jiyankirinê  tune ye. Tevî ku ez û hevjînê xwe tenê bûn  û bi temenê xwe jî em mezin in, lê dîsa çeteyan bela xwe ji me venedikirin. Gundê me vala kirin û malbatên çeteyên xwe di malên me de bi cih dikirin. Malên me ji dest me girtin û bi wehşeteke mezin zilim li me dikirin."  
  
'Arazî û xwezaya Efrînê tê şewitandin' 
 
F.M.S di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Çeteyên li Efrînê milkê welatiyan talan dikin û li gorî zihniyeta xwe demografiya herêmê diguherînin. Gundên me navê wan  hatin guhertin. Erdên zeyîtûnan desteser kirin û nedihiştin em biçin berhemên zeytûnên xwe bigirin. Arazî û xwezaya Efrînê tê şewitandin û darên zeyîtûnên me tên şewitandin."
 
'Şêniyên Efrînê bi tehlûkeyê re rû bi rû dimînin' 
 
F.M.S. di dawiya gotinên xwe de bang li civaka navnetewî kir ku rê li pêşiya  kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî  wê were girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşî vîna me dike. Gelê Efrînê bi tehlûkeyê re rû bi rû maye. Banga me ji saziyên mirovî û civaka navnetewî re heye ku rê li pêşiya van kiryaran were girtin û gelê herêmê vegerin ser axa xwe Efrînê."