6 roj in çalakiya Dayikên Aştiyê li Mexmûrê didome

  • 09:15 6 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê 6 roj li pey xwe hiştin. Dayikê Aştiyê diyar kirin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn dê çalakiya xwe berdewam bikin.
 
Çalakiya Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê 6 roj in didome. Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê  Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 51 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Mexmûr berdewam dike.
 
Dayikên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin û ev 6 rojin li wir çalakiya xwe berdewam dikin.