Şandeya Jinan bi jinên Tevgera Goran, REPAK û YNK'ê re civiyan

  • 09:20 6 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a HDP'ê Li Silêmaniyeyê hevdîtên xwe didomînin. Di hevdîtinên partiyên siyasî û rêxistinên jinan de peyama hewldana avakirina yekîtiya kurd û jinan hat kirin.
 
Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê serdanên xwe yên sazî û partiyên siyasî didomînin. Duh bi jinên Tevgera Goran, Peywendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) û Berpirsa Peywendiyên Derve ya YNK’ê Şanaza Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîn û bal kişandin ser yekîtiya jinên kurd û rewşa Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî yê. 
 
Tevgera Goran: Em piştgiriyê didin hewldanên yekîtiyê 
 
Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Çîmen Mihemed di hevdîtine de wiha got: “Em di hemû mijarên netewî de piştgiriyê didin. Ji ber vê helwesta me gelek caran dewleta Tirk bangewaziyên me red kirine û ew hewldanên we yên ji bo yekitiya netewî em jî piştgiriyê didinê.”
 
Bi jinên REPAK'ê re hevdîtin pêk hat 
 
Di serdana Peywendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) de jî  her du alî li ser mijarên netewî, pirsgirêkan jinan nîqaşkirin. Herdu aliyan dan zanîn ku ew ê bi hev re di nava peywendiyan de bin.
 
Şanaz Îbrahîm: Ji bo yekitiyê em ê di nava peywendiyan de bin 
 
Di hevdîtinê de Berpirsa Peywendiyên Derve ya YNK’ê Şanaza Îbrahîm Ehmed xemginiya xwe ji ber rewşa li Bakurê Kurdistanê heyî anî ziman, diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Kurdan xistiye nava rewşek zor û zehmet de û êrîşek zêde dibe ser Kurdan. Şanaz Îbrahîm wiha axivî: "Dilê me bi xelkê Bakurê Kurdistanê re ye.”Şanaz Îbrahîm piştgiriya xwe ji bo daxwazên şandeya jinan a HDP’ê nîşan da û got divê jinên Kurd ji bo yekîtiya netewî her tim di nava peywendiyan de bin.
 
Feleknas Uca: Em ê têkoşîna xwe xûrt bikin
 
Di hevdîtinan de parlamentera HDP’ê Feleknas Uca behsa berxwedana jinan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven kir, behsa têkoşîna Dayikên Laçikspî kir û wiha axivî: "Jin çiqas pêşbikevin ewqas jî şîdet li ser wan zêde dibin. Ji bona wê erkê dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna xwe hîn xûrtir bikin.”