Şaredariya Dêrikê çîrokên Kurmancî li zarokan belav dike

  • 12:33 6 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Belavkirina çîrokên Kurmancî  ya ji bo zarokên 8-13 salî ya Şaredariya Dêrikê didome. 
 
Şaredariya Dêrikê ya ku ji qeyûm paşve hat girtin xebatên xwe bê navber didomîne. Şaredariya ku bi taybet di qada jin û zarokan de xebatên xwe didomîne di mijara Zimanê Kurdî de pêngavên nû diavêjin. Hevseroka Bajarê Dêrikê Mulkiye Esmez, anî ziman ku ji bo zarok bi malbatên xwe re bi Kurmancî bixwînin bi hezaran pirtûk belavkirine. Şaredariya Dêrikê ya ku armanca dike ku xebatên di qada Zimanê Kurdî berfirehtir bike kuçe bi kuçe digere û çîrokên Kurmancî li zarokanê 8-13 salî belav dike. 
 
Çîrokên ‘Rovî û Legleg’ û ‘MamRovî’ yên ku ji aliyê Weşana Morî ve tê amadekirin ji aliyê Muduriyeta Çandê ya Şaredariya Dêrikê li zarokan tên belavkirin.