Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 13:06 6 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç ji bo roja duşemê biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê tên ragirtin jî bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.







