Li Mêrdînê çalakiya li dijî qeyûman di roja 19'an de berdewam kir
- 13:16 6 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê çalakiya rûniştê ya li dijî qeyûman ku hatibû destpêkirin di roja 19'an de berdewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê ku tevli çalakyê bû diyar kir ku ew ê li heber dizan serî netewînin.
Çalakiya Rûniştinê ku li dijî qeyûmên tayînî Şardariya Bajarê Mezin a Amedê Wanê û Mêrdîn ê hat destpêkriin di roja 19'emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku li Parka Karayollariyê hat destpêkriin li gel welatiyna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Necdet Îpekyuz, Dêrsim Dag, Huda Kaya û Zuleyha Gulum tevli bûn. Çalakiya ku tê de pankarta "Îradeya gelan nayê xespkirin" hat vekirin di bin dorpêça polîsan de pêk hat.
'Li Tirkiyeyê pirsgirêka ahlak û başbûnê heye'
Di daxuyaniya ku pitî çalakiyê hat dayîn de parlamentera DHP'ê ya Stenbolê Huda Kaya mafê axafitin êgirt û wiha got: "We tacîz û tecewiz bi baweriyê re anîn gel hev. Ji we bêhetir kesekî îxanet li vî gelî nekir. Wê ev gel we ji bîr neke. Bi zilma ku we kir we navê xwe lidîrokê nivîsî. Em ê têkoşîna hata gelê me azad bibe berdewam bikin. Tu tişt nikare dengê me qut bike. Li tirkiyeyê êdî tenê pirsgirêka Sarayê û ya kurd tune ye, pirsgirêka ahlak û başbûnê jî heye. Lê em ê li hember dizan serî netewînin. "
Girse piştî daxuyaniyê bi dirûşma "Em ê bi berxwedana bi ser kevin" ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya.







