'Waliyên mêtinger tayînî şaredariyan dikin'
- 15:59 6 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Ayşe Acar Başaran a HDP'î di 19'emîn çalakiya Wanê ya li dijî qeyûman de axivî. Ayşeyê got:"Waliyên mêtinger tayînî şaredariyan, gelê Kurd û Kurdistanê dikin. Çareseriya şer di Îmraliyê de derbas dibe. Muxatabê vê çareseriyê Birêz Ocalan e."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî tayinkirina qeyûman a li ser Bajarên Wan, Amed, Mêrdînê dest bi çalakiyan kir. Çalakiya HDP'ê ya li ber avahiya Îpekyolu ket roja xwe ya 19'emîn. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaçi Ayşe Acar Başaran, Pero Dundar, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku dewsa wan qeyûm hat tayinkirin, Bedia Ozgokçe û Mustafa Avci, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî sîstema azad a jinê ye" hat hilgirtin. Her wiha dovîzên bi nivêsên "Jin jiyan azadî","Qeyûm xesp e","Qeyûm neyarê çandê ye","Qeyûm neyarê jinê ye" hat hilgirtin.
'Ji bo em li dijî siyaseta mêtingeriyê dengê xwe bilind bikin em li vir in'
Ayşe Acar Başaran daxuyaniya berî çalakiya rûniştinê da. Ayşeyê diyar kir ku ew 19 roj in li dijî qeyûman bi awayekî çalak li kuçeyan e û wiha got:"Ji bo em li dijî siyaseta mêtingeriyê dengê xwe bilind bikin em li vir in. Tifaqa AKP-MHP'ê siyaseta xwe li ser şer, xesp, bişaftinê dike. Qeyûm jî parçeyek ji şerê vê siyasetê ye."
'Waliyên mêtinger tayînî şaredariyan dikin'
Ayşeyê diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman tê xwestin ku peyamekê bidin gelê Kurd û wiha domand:"Waliyên mêtinger tayînî şaredariyan, gelê Kurd û Kurdistanê dikin. Çareseriya şer di Îmraliyê de derbas dibe. Muxatabê vê çareseriyê Birêz Ocalan e."
'AKP dibe sedema kuştina ciwanan'
Ayşeyê bal kişand ser malbatên ku li ber avahiya HDP'ê rûniştine û wiha domand:"Em ji bo hemû ciwan bijîn li berxwe didin. Îro sedema kuştina bi hezaran ciwanan îtidara heyî ye. AKP dibe sedema kuştina ciwanan."
Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî bi çepik û lîlandinê bi dawî bû.







