Leyla Guven li Geverê ye

  • 16:32 6 Îlon 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Serdana Leyla Guven a Geverê dest pê kir. Leylayê diyar kir ku ji bo mirov di welatekî azad bijî rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî serdana xwe ya Colemêrgê derbasî Geverê bû. Leyla ji aliyê parlamenterê Colemêrgê Sait Dede, hevserokên şaredariyê, partiyiyan li Pira Aşita hat pêşwazîkirin. Leyla bi konvoyek mezin derbasî navçeyê bû. Leyla ya ku li Kolana Cengiz Topel daket tevî gelek kesî derbasî avahiya navçeyê bû. Girseyê li ser rê dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye","Jin jiyan azadî" berz kir. Piştî Saît, Leyla axivî. Leyla da zanîn ku ew ji pêvajoyek girîng derbas dibin û demildest pêdiviya hemû kesî bi aştiyê heye. 
 
'Ji bo vê erdnîgariyê çareserî pêwist e'
 
Leyla da zanîn ku ji bo azadiyê çareserî Abdullah Ocalan e û wiha got:"Heger pêdivî nehatiba dîtin ew ê çek nehata hilgirtin. Mirovan di dîrokê de ji bo mafê xwe bigirin her dem serî hildane. Bila çekên xwe, polîsên xwe, wesayetên xwe vekşînin û me bi gel re bihêlin. Ji bo vê erdnîgariyê çareserî pêwist e. Divê em hemû dengê xwe bikin yek."