Şandeya Jinan a HDP’ê di vegera Mexmûrê de hatin astengkirin
- 17:02 6 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a HDP’ê îro çû Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê), lê di vegerê de ji hêla asayîşa Hewlêrê ve hatin astengkirin û destûra derbasbûna wan nehat dayîn.
Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sê rojin li Hewlêr û Silêmaniyê ye bi rêxistin û partiyên siyasî re hevdîtina pêk tînîn. Şandeya Jinan a HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên xwe de çûn Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ye. Endamên şandeyê piştî hevdîtinên li wargehê ber bi Hewlêrê ve bi rêketin. Lê ji hêla asayîşê ve hatin astengkirin.
Nûnera HDP’ê ya Herêma Federal a Kurdistanê Muzeyen Guneş der barê astengiya asayişê de agahî da û wiha got: "Şande di heman rêyê re derbasî Wargeha Mexmûrê bû, lê rayedarên asayîşê gotine 'Hûn bê destûr derbas bûne, lewma em nahêlin hûn bikevin Hewlêrê'. Muzeyenê diyar kir ku asayîş dest danî ser pasaport û îkameyên endamên şandeyê û niha li asayîşê ji bo kontrolê hatine rawestandin.
Şandeya HDP’ê ku ev 3 roj in li Herêma Kurdistanê ye, li Hewlêr û Silêmaniyê bi Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hîzba Komal Îslamî, Yekgirtû Îslamî, YNK, Goran, Zehmetkêşan, Newaya Nû, tevgerên jinan re hevdîtin pêk anîn.