ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 7 Îlon 2019
  • Rojev
*Rêxistina Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê, ji bo parastina ax û çandê di çarçoveya Hemleya Kongreya Star de, çalakiyên cur bi cur bi rengê hunera jinê ya berxwedêr didomîne. Endama Koordinasyona Kevana Zêrîn û Nûnera Kongreya Star Roken Mihemed derbarê xebatên çand û hunerê de nirxandin kir. Rokenê got:"Ew ê çalakiyên çand û hunerê berfirehtir bibin. Ji bo parastina ax, çand û hunera xwe em her dem di nava xebatan de ne. Ev xebat ew ê her bidomin."DÎMEN HEYE
 
* Jin xemla jiyanê ye û bi hilberînê jiyanê li ser piya dihêle. Jina kedkar Fatma Nezîr yek ji mînaka vê kedê ye. Fatmayê di derbarê kar û xebatên xwe yên li gund wiha got:"Ked û hilberîna jinên gundan jiyanê zindî dihêlê. Jinên gundan bi keda xwe xweşikbûnê didin xemla jiyanê. Her tim di nava tevgera hilberînê de ne û jiyana wan xweş e." DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê, derbarê destpêkirina tomarkirina dibistanên li Şehbayê de axivîn. Mamosteyên Şehbayê dibêjin:"Dibistan cihê fêrbûn û zanebûnê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê cihê şanaziyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê Rojên Sînema û Şanoyê ku wê 5 rojan berdewam bike  li dar dixe. Derbarê mijarê de Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî û bang li hemû kesî kir ku tevlî bernameya Rojên Sînema û Şanoyê bibin.  DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara HDP’ê ya Qersê Şevîn Alacan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman da û balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got: “Divê ev tenê wek nûneriya jin û mêr neyê fêmkirin. Bi reng, fikr û ramana xwe tevlîbûna jinan a rêveberiyê ye." DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Amedê yên li kolanan bertek nîşanê qeyûman dan, diyar kirin ku divê berxwedaneke hevpar bê rêxistinkirin û wiha got: “Heta em şaredariyên xwe negirin divê em li ber xwe bidin." DÎMEN HEYE 
 
*Hevberdevka OHD’ê ya Stenbolê Îlknur Alcan diyar kir ku tevî biryara protestoya gelek baroyan, serokê TBB’ê tevlî vekirina Kuliyeya Serokomariyê bûye û got ev tiştekî bi xof e û got daraza ku serbixwebûna xwe winda kiriye, li jorî mirovan wek alava tirsandinê disekine.
DÎMEN HEYE 
 
*Muzeyyen Boylu ku li Amedê ji aliyê mêrê ku dest jê ber dida ve hat qetilkirin, yekemîn rûniştina wê dê di 9’ê îlonê de pêk tê. Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Nurcan Kaya banga tevlîbûna runiştinê kir û got: “Ev doz tenê Muzeyyenê eleqeder nake.”