Hevşaredar Şevîn Alaca: Dê li dijî qeyûman têbikoşin

  • 09:14 7 Îlon 2019
  • Rojane
QERS - Hevşaredara HDP’ê ya Qersê Şevîn Alacan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman da û balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got: “Divê ev tenê wek nûneriya jin û mêr neyê fêmkirin. Bi reng, fikr û ramana xwe tevlîbûna jinan a rêveberiyê ye."
 
Di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînê şaredariya HDP’ê ya Wan, Amed û Mêrdînê bû. Tevî hemû şîdet û êrîşa polîsan protestoyên gel, saziyên civaka sivîl û siyasiyan didomin.
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî bertek nîşan da û wiha got: “Yên welat bi rêvedibin behsa azadiya fikr û demokrasiyê dikin. Lê nêrîna wan ya pêşdeçûyî xespkirina îradeyê û gel e.”
 
‘Bi îradeyeke azad dengê xwe bikaranîn' 
 
Şevînê bi lêv kir ku piştî hilbijartinên herêmî yên 2014’an jî îradeya gel hatiye xespkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bersiva vê di 31’ê adarê de da. Gelê me bi îradeya azad çû ser sindoqan û biryara xwe dan. Lê di rojên borî de cara duyem îrada me hat xespkirin. Em ji bo demokrasî û edeletê têdikoşin lê berovajî vê welat şûnde dikeve û ev jî pêngaveke pir paşverû û derveyê qanûnê ye. Ji ber gelê me bi îradeya xwe ya azad denga xwe bikar anî.”
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Şevînê daxuyakirin ku piştî hilbijartina 31’ê adarê pêngava ewil a xespkirinê nedayîna mazbatayên hevşaredaran bû û ev jî bi hinceta KHK’yi ne nehatin dayîn. Şevînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê ya ji bo HDP’ê û wiha axivî: “Divê ev tenê wek rêveberiya jin û mêr neyê fêmkirin. Tevlîbûna jinan a bi reng û fikra xwe ya rêveberiyê ye. Ev pêkanîn pêşiya jinê vedike. Qeyûm çawa hatin ewil saziyên jinan girt. Êrîş her tim ji ser jinan de hatin. Em bi taybet wê li dijî qeyûman, li dijî tunekirina îradeyê têbikoşin.”