Aktîvîstên TJA’yê bang li jinên Stenbolê kirin: Tu jî bibe parçeyekê kampanyayê
- 09:16 7 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Aktîvîstên TJA’yê yên Stenbolê ji bo kampanyaya "Ji bo guherîna tu jî rabe ser piyan" bang li jinên Stenbolê kirin û gotin: "Ev dem dema azadiyê ye, dema me ye. Em li bendê hemû jinane ku bi hev re têbikoşin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî kuştin, tecawiz, tacîza li hember jinan û îstîsmara zarokan û talankirina xwezayê di 19’ê tîrmehê de "Ji bo guherînê tu jî rabe ser piyan" kampanyayek dabûn destpêkirin. Aktîvîsta TJA’yê Beser Çelîk der barê lingê kampanyayê ya Stenbolê de axivî û got di 29’ê tîrmehê de bi dirûşmeya "Bi jinan re niha dema azadiyê ye" start dane.
Beser di axaftina xwe de bal kişand ser armanca kampanyayê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Kampanya ne tenê pêvajoyeke 5 meha ne. Me di pêvajoya kampanyayê de hedef kir ku em rêxistibûna jinê jî derxin holê. Di pêvajoya dawî de bi qeyûman re îdia kirin ku pergala hevserokatiyê ne hiqûqiye. Em ê destûr nedin ku mafên me ji me bigirin. Qeyûm hem li dijî Kurdan û hem jî li dijî destkeftiyên jinan hat dayînkirin. Pergala hevserokatiyê pergaleke ku nûneriya jinan esas digire ye. Ji ber vê nerehet bûn. Me kampanya xwe di vî alî de girt dest. Hewl tê dayîn ku rêxistibûna jinan belav bikin."
'Bi polîtîkayan kuştina jinê li pêş dixin'
Beser, diyar kir ku di vê pêvajoyê de kuştinên jinan jî zêde bûn û wiha got: "Em di pêvajoye ku der barê jinan de biryar tên girtin de derbas dibin. Her wiha di dozên şîdet, êrîşa zayendî û kuştinên jinan de polîtîkayên bêcezabûnê pêk tên. Ev ferasetên wisa, polîtîkayên kuştinê pêş dixîne. Lê em her tim di cihekî ku van pêkanînan qebûl nakin, red dikin de sekinin. Bi taybet jinên Kurd di vê mijarê de gelek pêş ketin.”
‘Em ê plansaziya xwe bixin meriyetê'
Beser, da zanîn ku ku kampanya dê bi 5 mehan re bi sînor nemîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kampanya me wê bi 5 mehan sînor nemîne. Li dijî qirkirina jinê me kampanyayek wisa da destpêkirin. Lingê ewil yê kampanyayê ev e ku paşverûtiya mêr bê şikandin û ji ber vê jî em ê perwerdehiyên ku guherîna mêr esas digirin pêk bînin. Pêvajo piştî 5 mehan şûnde wê bi awayên cuda bidome. Em ê gelek plansaziyan bikin meriyetê.”
‘Her mehek temayek wê hebe'
Aktîvîsta TJA’yê Pinar Kandal jî got di meha borî de atolyeyên cuda pêk anîne û wiha axivî: "Her mehek wê temaya wê hebe. Bernameyên me wê bidomin. Li Amedê Konvoya Mor pêk hat. Li Stenbolê jî wê konvoya mor pêk bê. Bi qeyûman re me taloq kir. Li her qadê têkoşîna me heye. Meha îlonê temaya wê ‘aştiye’. Em di her qada jiyanê de di nêzîkatiya li hember jin, xweza û sewalan de bi aştiyê nêz dibin. Temaya meha cotmehê jî wê ‘parastina cewherî’ be. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Lİ Hember Şîdetê heye. Wê bernameyên me hebin. Emê xebatên xwe dewlemend bikin. Meha Kanûnê jî hefteya mafê mirovan heye. Kampanya wê wisa bimeşe. Em hedef dikin ku hem jinû hem mêr biguherin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin parçeyeke kampanyayê û em xebatên xwe bi hev re bimeşînin.”







