6'emîn Mîhrîcana kurteçîrokên kurdî li Qamişloyê dest pê kir
- 09:24 7 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - 6'emîn Mîhrîcana Kurteçîrokên Kurdî li bexçeyê xwendinê yê Qamişloyê dest pê kir.
6'emîn mîhrîcana kuteçîrokên kurdî di pêşengtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê û bi tevlîbûna bi dehan nivîskar, rewşenbîr, oldar û helbestvanên bajarê Qamişloyê li bexçeyê xwendinê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di Mîhrîcanê de 17 nivîskar bi 18 kurteçîrokan beşdar bûn û ji wan 7 jin bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Yekîtiya Nivîskarên kurd ên Sûriyeyê axaftin hat kirin û di axaftinê de wiha hat gotin: "Ev 6 sal Ev mîhrîcan tê lidarxistin û her sal beşdarbûn zêdetir û zengîntir dibe. Ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve mîhrîcanên çand û hunerî girîng in. "
Mîhrîcan dê 4 rojan bidome, di roja yekê de 5 kuteçîrok hatin xwedin.







