Ji bo belavokên li dijî qeyûm biryara komkirinê hat dayin
- 12:05 7 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê biryar da ku belavokên derbarê qeyûm de bên komkirin.
2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê derbarê belavokên li dijî qeyûman ên li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê, biryara komkurinê da. Belavokên bi nivîsên "Qeyûm darbe ye","Em li dijî darbeyê li berxwe didin","Ez nahêlim hûn îradeya min biçewisînin, ez darbeya we nas nakim" hatin komkirin.







