'Kurdî bi berxwedan, axaftin û perwerdeyê zindî dimîne'
- 13:48 9 Îlon 2019
- Rojane
AMED - MED DER bi minasebeta destpêkirina serdema hîndekarî û perwerdehiya sala 2019 û 2020’an civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Bişavtin roj bi roj bi pêş dikeve. Tenê bi axaftinê ziman nayê parastin û ji bo pêşketina ziman divê dibistan bên vekirin. Kurdî, bi berxwedanê, bi axaftinê û bi perwerdehiyê zindî dibe."
Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED DER) bi minasebeta vekirina dibistanan li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz, Hevseroka KCD û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, li ser navê Enstituya Kurdî ya Amedê Nesrîn Şanli, endamên Kongreya Civaka Îslamî (DÎK) tevlî civîna çapemeniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberê MED DER'ê Sedat Baran ve hat xwendin.
'Bişavtin roj bi roj bi pêş dikeve'
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku serdema hîndekarî û perwerdehiya 2019 û 2020’an careke din dest pê dike û wiha hat gotin: "Em dizanin ku ev ji zarokên kurdan û gelen din yên bindestan re destpêka bişaftineke hovane ye. Zimanê li malê hîn bûne li dibistanê û yê li dibistanê hîn bûne li hev nayê, ji bo wê yekê li malê nikarin bikarbînin. Zarok di nabêna herdu zimanan de bêziman dimînin. Ji ber vê yekê ye ku hin Kurd dest ji Kurdî berdidin û bi zarokên xwe re bi zimanê tirkî diaxivin. Bi vê şêwazê him bişavtin û him jî xwebişavtin roj bi roj pêş ve diçe û ziman û çanda Gelê Kurd tune dibe."
'Tenê bi axaftinê ziman nayê parastin'
Di daxuyaniya MED DER'ê hat destnîşan kirin ku ji ber ku perwerdehiya bi zimanê kurdî qedexe ye, di nav Kurdan de hîn jî zimanê devkî pir pêşketî ye, lê yê nivîskî qels e û wiha hat diyar kirin: "Bi tenê axaftina ziman têrî parastina kurdî nake. Dema ku mirov bi awayekî giştî li pêvajoya pêşketina ziman û perwerdeyê dinêre, heta avakirina netewedewletan, mirov asimlasyoneke ber biçav ya zimanî nabîne. Problema zimanan bi netewedewletan re dest pê dike. Li Tirkiyê jî asîmlasyoneke xedar bi avakirina komarê re dest pê dike. Komarê zimanê xwe li ser jiholêrakirina zimanên din ava kir. Li ser înkara komên etnîkî û neteweyên din avakirin. Sîstem li gorî netewedewletê, ango yek ziman, yek milet, yek çand hat avakirin."
'Ji bo peşketina ziman dibistan hewce ye'
Di civînê de qala ziman û dibistanê wiha hat kirin: "Zimanek di dibistanan de neyê xwendin ew ziman bi pêşnakeve. Pêşeroja zimanekî pêşneketî jî tarî ye. Loma divê em hemû hêza xwe bidin ser têkoşîna mafê perwerdeya bi kurdî. Divê em wek takekes, wek rêxistinên siyasî, wek rêxistinên sivîl berpirsiyarîya xwe bi cih bînin. Divê polîtîkayeke ziman a giştî bêavakirin ku bila hemû kurdan hembêz bike. Ziman bi tenê bila nebe malê grûbekê, saziyekê, komeleyekê û hwd. Li şaredarî, kargeh û saziyan civakî de, em bi pirzimanî tevbigerin."
'Bi bedelên giran xebat dan meşandin'
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser astengiya saziyên ku bi kurdî kar dikin û wiha hat gotin: "Em dema ku behsa zimanê kurdî dikin, divê teqez behsa keda Kurdî Der û Enstîtuya Kurd a Stenbolê, Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî ku ji aliyê KHK’ê ve hatiye girtin û Têvgera Azadiyê ya Kurd were kirin. Lewra bi dehan sal in, di nava şert û mercên dijwar de bi kedeke bêhempa, bi bedelên giran xebatên xwe yên ziman meşandin. Têkoşîn dan û li ber xwe dan."
'Em ê her maleke xwe bikin dibistan'
Daxuyaniya ku bi minasebeta vekirina dibistanan de hatî dayîn wiha bi dawî bû: " Îro jî em dibêjin; dijminatiya sîstemê ya li hemberî kurdî nayê qebûl kirin. Em zimanê xwe radestî îradeya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) qeyûman nakin. Li gorî her şert û şûrtan alternatîfên Gelê Kurd heye. Em ê her maleke xwe bikin dibistan. Em ê zimanê xwe hîn bibin û biparêzin. Kesên ku dijberiya zimanê kurdî bike divê were teşhir kirin. Kurd bi berxwedanê, kurdî bi axaftinê, bi perwerdehiyê dijî û zindî dibe. Kurdî hebe dê kurd jî hebin. Gelê Kurd di vê pêvajoya dijwar de armanca xwe ya siyasî çi dibe bila bibe divê li ser ziman bisekine. Lewra paşguhxistina ziman, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake."







